Biography Diyar Meran Sediq li Duhokê hatiye ser dinyayê û çavet xo vekirîne li taxê Shelê.. xandinaxo ya seretay li qutabxana (( Malta Seri )) heta pûla pêncê birêvebir. û jiber vegohastina mal û hona wan bu nav bajerê Duhokê li taxê Reza . Pashî Pola Sheshê Li Xandingeha (( Sê Girka)) Timamkir... Xandina Xo Ya Navencî Li Qutabxana (( Bizav ))xilas kirye û Beref Xandina Amadeyive cho û Li Amadeya ((Birayetî)) Xandina Xo Bi Dumahîk ina.... Her Ji Zarokînîya Xo Hezeka Gelek Mazin Hebo jibu Helbest Vehandinê û Stran Gûtinê Evcha Divî Demîda Shîya Diwaneka Helbesta Dirost Biket Lê Mixaben Hêshta Ne Hatîye Chapkirin û Belafkirin ewjî Binavê (( Demê Xoshî Dibîte Xewin)) Li Demekê Nêzik Dê Ête Chapkirin... Pishkdary Di Chend Ahengada Kirîye Li Bajêrê Duhokê Li Sala 1996 _2000 .. Her Wesa Kar Kirye Li Dezgehên Radyo û Hunerî... Sala 2000 Heta 2002 Li welatê Swîssra Li Bajêrê (( Luzeren)) Maye û Sala 2002 Li 21 Heyva 1 û jiber Karo Barê Neyê Bash Yê penaberîyê Beref welatê Swîd Ve Cho û libajerê((Linköping)) Akengibo û Li Werê Shiyaye Pishkdarîyê Biket Di koma (( Mem û Zîn )) Da Yako Bi Serperishtiya Mamosta ((Mihemed Umer)) û Diwî Demtîda Pishkdarbo Di chend Ahengada li Chend bajêrên Swîd..... Pishkarî Kirîye Di Chend Ahengên Kurdîda Li Swîdê.... Diyarê Kurd
Ka ew viyan ya me b,desta avakirî?
Ka ew rondik yên te bejin pê xarkirî?
Cima evro te dil hêlay û barkirî ?
Te bê dost û kes û heval û yarkirî !!
¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Dil ma bêy te xem û kovana talankir
Suza me day êk do yare te cilêkir ?
B,zivre dilber hîvîya dilêmin te jarkir
Jîyan l,ber vî dilê nazik nê te sarkir
¤¤¤¤¤¤¤¤¤
B,zivre da em wan birhatina nikeineve
Xemla buhara vîname sînkeineve
Alaa vînê û suzdarîyê rakeîneve
Xem û kovanên van do dila dîrkeineve
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Peyv û awaz : Diyarê Kurd
Suzbî Cîran
Suzbî pistî cîranê êdî nekem vîyanê
Cibkem min dil dabovê,belê j,min stand jîyanê
Cîranê ez Dînkirbom kesek nebo wekî wê
Minjî suzek daboyê,her bimînim ez digel wê
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Pirca wê gelek resbo d,înane bîramin sev
Min nevet hês behis kem ka cewabon cav û dev
Xuzya rojên ez digel wê,jiber kes l,bîra min nebo
Tinê herdo cavên wê û dîtina wê b,tinê xembo
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Her d,gotemin : lawê min xema nexo boteme
Ger hat û em jêkveboyn b,zane ew ez ne heme
Bïrhatinên min û xo l,ser pera ker ker neke
Ger ez nemam tuxudê vînê pistî min neke
Pey û awaz : Diyarê Kurd
Borî Jiyan
Jiyana min hemî borî
Evan cava xosî ne dît
Xema ev dile kost b,zorî
Evca cewa viyan dê jît
Borî borî jiyanamin
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Bote yarê ez digirnijim
Jinavda dilê d, nav pelada
Nesêm b,ci reng xema bikojim
Cibkem sotim d,nav hîvyada
Borî borî jiyanamin
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Brîndarim eve j,mêje
Derman bomin ce ca nîne
Nexosya dilêmin hêje
Were b, cavên xo bibîne
Borî borî jiyanamin
Peyv û awaz : Diyarê Kurd
2001/04/08 Bern - Swîssra
Dengê birîna
Ew ce denge hoyê melîl ji birînên te derdikevît
Ew ce hizre ho ya bi ês ji serê te dernakevît
Ew ce kese hindê zalim, rondika j,cavên te drêjît
Ew ce dile yê reng skestî,hês ziye mirnê bibînît
¤¤¤¤ ¤¤¤¤ ¤¤¤¤ ¤¤¤¤
Birîna min boye mezin,dermanbikey feidenaket
Hizra dilê reben heland,kî heye j, serê min derket
Rondika cav korekirin, ha wexte jiyan dêbarket
Min nedzanî Ey dil kevrê dê ronahyê l min key tarî
Bîrhatin û xuziyên me keye talî ( Behî ) û griftarî
Dacarekdî destpêbiken xem û kovanên vî dilî
L ser hizra vê vînêbim nîvê sax û nîvê mirî
¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤
Tên bîramin Demên kevin liber sîbera evînate
Con berzebun tev bîrhatin êdî kesnahêt sînate
Hebona min mabocîye ger hezretbît dîtinate
Her bimînim caverêbim ez libenda hatinate
¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤ ¤
Mabocîye jîna Bêy te, xemên dilî mezintirin
Te xatir xast Ho dilberê, xosiyêt min hemî birin
Bicona te xosî neman, ew bîrhatin hemî miri
Xema girt cihê xosîya, rojên borî na zivirin
Peyv û awaz û gutin : Diyarê Kurd
Were Heval
Were heval bête shinwaret damaine
Bizevreve bishkorinê nikeineve
Derya sozate ez fêrkerbom hedarvan
Xemêt min tev j,bîrve d,birin d,bo chîrokvan
Dîratiyê chil te kirye maye bê deng
Bizivreve rewsha teya may bê xudan.
Bese bêje, te dilêmin kre ker ker
Kovaneka d,vîdilîda na hête der
Neshêm bêjim bo kesekê j,blite
Tujî dirî dengêmin nagehîte te
Hevalëmin derdête dizanim grane
Were ez dê goritekem roh u cane
Bzivre were xerîbyê dil l,temirand
Pishtî tu choy te xoshî l,mehemiya brand
Dil shkestîme ne min rojin nemin shevin
Ez helandim bêryêt te u birhatnêt Kevin
Hevalêmin qeder d,destêt meda nîne
Evro tora jînê hemî nexoshîne
Xuzî ev lêve girtiban bishkorînê
Jiberko min ci xoshi ninen l,evê jînê
Peyv û Awaz û Gutin
Diyarê Kurd
Dîmahiye
Min nezanî dîmahiye
Cîroka min û vê canê
Evro ne wekî dihîye
Dil yê valaye j, viyanê
¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Tinê xuzî min zanîba
Bu dilberê dil jimin stand
Dê bila her lime xosîba
Bu ev dilê nazik wê skand
¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Hindî têmê nesêm j,bîrkem
Vê evîna min j,dil kirî
Ez dê canî l,gel kê pîrkem
Ev dile bêy wê co mirî
¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Peyv : Diyarê kurd
2002/07/11 Storfors - Swêd
Evîna Kevin
Evro cibkem ya vemrîye Semalka viyana kevin
Ev dile bêy wê mirîye Xosi bêy wê j, dilî direvin
Ax bote viyana kevin Bêy te rojên min tev sevin
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Min ne dizanî viyan ciye Wê ez hîkirme evînê
Dil bêy wê ma min bociye Kes nîne wek wê bêt sînê
Ax bote viyana kevin Bêy te rojên min tev sevin
¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤
Peyv : Diyarê Kurd
2002/08/01 Linköping - Swêd
Umêdên min
Van umêda nesoje
Dilî wesa nekoje
Zeryê tecend ez diviyam
Bêhnek bêy ten ned, sîyam
¤#¤#¤#¤#¤#¤#¤
Min û te êk do d,viya
Bêy êk qet me ned, sîya
Eve cil te û vinê hat
Suza meday cilêhat
#¤#¤#¤#¤#¤#
Ax bu vîna me kirî
Hemî bu rondik û girî
Birhatinjî me sotin
Dabes dil lime bêt sotin