Li alî başûr çemê erez û çîyayê Bîngolê,li bakur text ê kotana û çîyayê paltokan,li rojhilat topa qulê û kanîya Vizê,li rojava gêra bavê û di binîde avekî zirav û dirêj diherike nava pêlên erez.Di vê çarehêlîde,di nava gul û sosinanda xemilandî,gundekî piçûk,10 mal û şirîn,navê gund Xindeqa ku di nava dilê wirde jî avekî sarê cemidî ku bi navê kanîya jêr ji bin erdê dikele.Dema ku mirov zebeş ên Dîyarbekir ê davêje nav,tîş lê dikeve û kerî dibe.Li çîyayê Bîngol ê û li paltokan heyanî derengîyê buharê belekîyên berfê xwe nîşan didin û pêre hênûkahîya bayê Serhed ê ji kurahîya derya stranan qêrîna Evdalê Zeynikê dihanî û digihînand Husê Pûlo,Şahê dengbêjan Reso û hostayê deng û peyvan Şakiro ku di klasîk ên Kurdî de bûye Ekolekî.
Di nava vê ahengêde sal 1962 Aydin li dunyayê çavên xwe vedike.Livir tiştekî gellekî balkêş heyeku ewjî dayîka Aydin dibêje"Demaku Aydin di hemla mindebû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam"Aydin jî vîya ewha şîrove û henek an dike û dibêje;"Kî dizane belkîjî min ew çax stran gotine"Ew der nayê zanîn lê;tiştê ku tê zanîn Aydin di heft salîya xwede,kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û şevên zivistanê jî dirêjin,civat tim hene herwihajî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna şexsîyeta mirovane,gelekî bi rûmetin ji berku civak bi her cureyî liwir xwe nîşan dide,di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê.Evîn a Mem û Zîn,Sîyabend û Xecê,Klam a Evdalê Zeynikê di wan civatande tê pêşkêşkirin.Aydin di wan civatande klam a kalikê xweyê Keremê Qolaxasî ku ji ....